|
|
|
Qamişlo: Pevçûn di salvegera heştan a serhildana 2004ê de
KURDWATCH, 17ê adara (March) 2012ê – Di 12ê adara 2012ê de, do salvegera heştan a serhildana 2004ê de [raportê daxe], demjimêr 11ê dema herêmî, bi sedhezaran kes di xulekek bêdeng de beşdar bûn, da ku goriyên serhildanê bi bîr bînin. Di pey re bi dehhezaran kes li Qamişlo, Amûdê, Hisiça, Dêrik, Tirbesipî, Girkê Legê, Dirbêsî, Çil Axa, Serê Kaniyê, Kobanî, Efrîn, Cindirês û Helebê beşdarî xwepêşandanan bûn. Hêzên ewlekariyê bi dar û gaza hêsirbarîn êrîşî beşdarên kombûna xwepêşandana li Qidûrebê (Qamişlo) kir, da ku neçin nava bajêr. Xwenîşanderan bi avêtina keviran bersiv dan û hêzên ewelekariyê ji aliyê xwe ve guleyên tivingan di ser serê wan re avêtin. Li kombûan Hilêliyê (Qamişlo) jî hêzên ewlekariyê bi daran êrîş xwepêşanderan kirin. Çend kes li Qamişlo birîndar bûn, di nav wan de Ebdilsalam Ebdilxenî (jdiayikbûn 1995) û Nûjdar Mihemed Xêr (jidayikbûn 1995). Li herêmên kurdî hejmarek mezin ji dikanan man girtî, çend dikanên li Qidûrbeg û Hilêliyê, ku tevlî boykotê bûbûn, ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatin talan kirin û têk birin. Li Amûdê xwepêşanderan destên xwe danîn ser avahiya berê ya Dezgeha Muxaberatên Leşkerî û peykerekî serokê mirî Hafiz el-Esed ji ser ban avêtin. Pevçûn bi hêzên ewelkariyê re li gor agahiyan çênbûn.
|
|
|