KurdWatch
 

Bi nûçenameya me agahdar bimîne
E-Maila te

qeydkirin
derketin
 
 
Şam: Girtî dikevin gireva birçîbûnê

KURDWATCH, 15ê adara (March) 2012ê – Li gor agahiyên Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê ev pênc girtiyên kurd ji 7ê adara 2012ê ve ketine gireva birçîbûnê:  Ibrahîm Biro (endamê Nivîsgeha Siyasî ya Payrtiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê û herweha endamê Komîteya Bicihanînê ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê), Mihemed Yûsiv (endamê Komîteya Bicihanînê ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê), Salih Sofî (endamê Nivîsgeha Siyasî ya Partiya Rêkeftina Demoqrat a Kurdî li Sûriyê), herweha herdu qaçaxçiyên wan, ku bi wan re di 6ê şibata 2012ê de hatibû girtin gava wan dixwest bi rengekî qaçax sînorê sûrî-iraqî qut bikin [agahiyên bêhtir girêdayî babetê]. Kesên girtî, ku niha di zindana lêkolînê ya el-Fayhayê  ya Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Şamê de ne, piştî girtina wan hatibûn radestkirin Dezgeha Muxaberatên Leşkerî li Şamê, ku wan ew radestî dezgeha Elwekariya Siyasî kiribûn. Girtî daxwaza veguhestineke bilez ber bi zindana Qamişloyê ve dikin. Ev daxwaz biryarek e berî niha ji aliyê Dezgeha Ewlekariyê ya Siyasî ve derketiye, lê hîn nehatiye bi cih anîn.

ShareThis

www.kurdwatch.org -  © 2009 - 2011 [ E-Mail: info@kurdwatch.org ]