|
|
|
Heleb: Xwendekarek winda ye
KURDWATCH, 10ê adara (March) 2012ê - Di 3ê adara 2012ê de xwendekar Cegerxwîn Ebdilrezaq Mele Ehmed (jidayikbûn 1985 li Qamişlo) li Helebê winda bû. Çend demjimêran piştî ku ew ji mala xwe derketibû, hezên ewlekariyê bi cilên sîvîl mal teftîş kirin. Endamên malbatê ji Kurdwatch re diyar kir ku ev sê meh in ku Mele Ehmed ji aliyê muxaberat ve tê xwestin. Malbat bawer dike ku ew hatiye girtin. Agahiyên bêhtir hîn peyda nebûne.
|
|
|