KURDWATCH, 1ê adara (Mars) 2012ê – Wezareta Karê Pêşmerge ya Herêma Kurdistana Iraqê di 27ê şibata 2012ê de diyar kir ku zêdeyî sî leşkerên kurd ji artêşa sûrî veqetiyane û reviyane Kurdistana Iraqê. Zabit di nav kesên reviyayî de nîn in. Peyvdarekî wezaretê teqez kir ku penaber radestî Sûriyê neyên kirin.