KurdWatch
 

Bi nûçenameya me agahdar bimîne
E-Maila te

qeydkirin
derketin
 
 
Hisiça: Bi kêmanî çar kuştî piştî êrîşkirina peykerê Basil el-Esed

KURDWATCH, 29ê şibata (February) 2012ê – Di xwenîşandanên 24ê şibata (February) 2012ê de li seranserî Sûriyê dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndarkirin. Li seranserî Sûriyê xwenîşander li jêr dirûşma »Emê ji bo te serî hildin, Baba Emro« derketin ser kolanan û doza hilweşandina rêjîmê kir. Li Qamişlo, Amûdê, Hisiça, Dêrik, Tirbesipî, Çil Axa, Dirbêsî, Serê Kanî û Kobaniyê jî xwenîşandan pêk hatin. Li Qamişlo mîna hefteyên çûyî pênc xwenîşandan pêk hatin: li taxên Hilêlî, Enterî, Qidûrbeg, Kornîş û Qanat Swês. Li Dirbesî, Serê Kanî, Dêrik û Çil Axa xwenîşandaneke navendî li her bajarekî pêk hat. Li Amûdê du xwenîşandanên cuda hebûn. Li Kobaniyê û Tirbesipiyê du xwenîşandanên cuda li dar ketin, her yek ji wan ji aliyê Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD) ve hatibû amadekirin.
Li Hisiça xwepêşanderan hewl da li tarekê ku bêtir Ereb lê dijîn, peykerekî Basil el-Esed, birayê mirî yî Beşar el-Esed, biherifînin. Hêzên ewlekariyê bi guleyan êrîşî kesên kombûyî kirin û di encamê de çar welatiyên ereb ên ssrî hatin kuştin, hejmarek kes jî birîndar bûn. Wek nerazîbûn li dijî kiryara hêzên ewlekariyê li çend tarikên dî yên Hisiça xwepêşandanên nerazîbûnê li dar ketin.
Piştî ku berî du hefteyan li Efrînê alîgirên Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD) êrîşî xwenîşanderan kiribûn, li wir tenê xwenîşandaneke alîgirên PYD li dar ket. 

ShareThis

www.kurdwatch.org -  © 2009 - 2011 [ E-Mail: info@kurdwatch.org ]