KurdWatch
 

Bi nûçenameya me agahdar bimîne
E-Maila te

qeydkirin
derketin
 
 
Heleb: Dadgeha Leşkerî 15 sal cezaya zindankirinê li alîgirên PYD birîn

KURDWATCH, 27ê şibata (February) 2012ê – Dadgeha Leşkerî li Helebê li gor bendên 305 û 573ê yên yasayên cezayê li çar alîgirên Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD) cezayên giran birîn. Gîvara Ferîdûn Ibrahîm (jidayikbûn 1986), Bengîn Elî Şahîn û Rêzan Bekir Hisên (jidayikbûn 1991) di 22ê şibata 2012ê de ji aliyê Dadgeha Leşkerî li Helebê ve bi 15 sal zindankirin û karên giran hatin cezakirin. Ceza ji ber mercên sivikker hate daxistin heft salan û nîv. Li Meryem Sebrî Hecî (jidayikbûn 1974) sê sal û sê mehan cezaya zindanê û herweha karên giran hat birîn. Di dema zindankirina lêkolînê de kesên girtî hatibûn işkencekirin. 

ShareThis

www.kurdwatch.org -  © 2009 - 2011 [ E-Mail: info@kurdwatch.org ]