|
|
|
Kobanî: Bi kêmayî kuştiyek li pey lihevteqînê di nav alîgirên PYD û karmendên Muxaberatên Hêza Ezmanî
KURDWATCH, 22ê şibata (February) 2012ê – Di 15ê şibata 2012ê de li Kobaniyê di nav alîgirên Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD), xwedêgiravî alîgirên rêjîmê û herweha karmendên Muxaberatên Hêza Ezmanî de lihevteqînek çêbû. Tê gotin ku di encamê de berpirsekî leşkerî yê Muxaberatên Hêza Ezmanî hatiye kuştin. Farûq Îsa (jidayikbûn 1984, zewicî ye, 3 zarok), ku bi sudfe li nêzîkî ciyê bûyerê bû, bi fîşekekê hat kuştin. Îsa endamê Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurdî li Sûriyê bû. Sedemên lihevteqînê pirsgirêkek bû di nav PYD û çend malbatên ereb ên alîgirên rêjîmê de. Alîgirên PYD ji wan xwestibû ku ji Kobanîyê di nav pênc rojan de bar bikin. Piştî lihevteqînê ew malbat ji bajêr reviy, alîgirên PYD xaniyên wan şewitandin. Bi hezaran çalakvan û endamên partiyên kurdî di cenazeyekê de beşdar bûn, ku di heman rojê de ji bo binaxkirina Farûq Îsa hat lidarxistin. Îsa li Termik, nêzîkî sê kîlometeran li başûrê Kobaniyê, hate binaxkirin.
|
|
|