|
|
|
Dêrik: Piştî işkencekirina wî çalakvanek serbest hat berdan
KURDWATCH, 20ê şibata (February) 2012ê – Di 29ê çileya pêşîna 2011ê de Ismaîl Mistefa Hecî (jidayikbûn 1970 li Dêrikê) ji zindanê serbest hat berdan. Dadgeha Cezayê ya Hisiça di heman rojê de biryar dabû ku ew ji tawana pêkanîna xwepêşandaneke bê destûr bê guneh bû. Hecî di 25ê çileya pêşîna 2011ê de li Dêrikê ji aliyê polîsan ve hatibû girtin, ji ber ku fermaneke girtinê ji aliyê Dezgeha Ewlekariya Siyasî ve li dijî wî derketibû. Pişî şevekê li Dêrikê ew hatibû veguhestin Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Hisiça. Wî şeva dawî berî serbestberdanê di zindana navendî ya Hisiça de bûrand. Di dema zindankirina wî de Hacî rastî kulm û sixêfan hatibû.
|
|
|