KurdWatch
 

Bi nûçenameya me agahdar bimîne
E-Maila te

qeydkirin
derketin
 
 
Qamişlo: Di xwepêşandanên herêmên kurdî de birîndar peyda bûn

KURDWATCH, 18ê şibata (February) 2012ê - Di xwenîşandanên 10ê şibata (February) 2012ê de li seranserî Sûriyê dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndarkirin. Li seranserî Sûriyê xwenîşander li jêr dirûşma »Rûsiya zarokên me dikûje« derketin ser kolanan û doza rûxandina rêjîmê kir. Li Qamişlo, Amûdê, Dirbêsî, Serê Kaniyê û Kobaniyê jî xwenîşandan pêk hatin. Li Qamişlo mîna heftiya çûyî pênc xwenîşandan pêk hatin: li taxên Hilêlî, Enterî, Qidûrbeg, Kornîş û Qanat Swês. Hêzên ewlekariyê bi daran êrîşî xwenîşanderan li Hilêliyê kir, hejmarek kes birîndar bûn. Li Dirbesî, Serê Kanî û Kobaniyê xwenîşandaneke navendî li her bajarekî pêk hat. Li Amûdê sê xwenîşandanên cuda hebûn. Piştî ku heftiya çûyî li Efrînê alîgirên Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD) êrîşî xwenîşanderan kiribûn, li wir ti xwenîşandan pêk nehatin. Ji dêvla wê alîgirên PYD yên çekdar derketin ser kolanan.
Roja 12ê şibatê beşdarên cenazeya binaxkirina Şêrzad Hecî Reşîd [agahiyên bêtir li ser vê meseleyê] kombûna xwe kirin xwenîşandaneke li dijî rêjîmê. Bi hezaran çalakvan daxwaza hilweşandina rêjîmê û bidarvekirina serokkomar Başar el-Esed kirin. Endamên partiyên cuda axivîn, alîgirên PYD nameyeke sersaxiyê ya serokê xwe Salih Muslim Mihemed xwendin. Ta niha ne xuya ye bê kê Hecî Reşîd kuştiyê, ku berî kuştinê ji aliyê PYD ve hatibû tehdîd kirin.

ShareThis

www.kurdwatch.org -  © 2009 - 2011 [ E-Mail: info@kurdwatch.org ]