|
|
|
Hisiça: Kombûnek li ber derê Dadgeha Cezayê
KURDWATCH, 10ê şibata (Ferbuary) 2012ê – 6ê şibata 2012ê nêzîkî heftê çalakvan beşdarî kombûneka nîv demjimêrî bûn li ber der derê Dadgeha Cezayê li Hisiça. Girtina rêyan arîkarî kir, ku gelek çalakvan neghin cihê kombûnê. Kesên kombûyî daxwaza berdana nivîskar Hisên Îso [agahiyên bêtir li ser vê meseleyê] û ya çalakvan Şepal Ibrahîm [agahiyên bêtir li ser vê meseleyê] kirin. Xwepeşanderekî ji KurdWatch re ragehand, alîgirên rêjîmê wêneyên kombûnê digirtin ji bo beşdaran bitirsînin.
|
|
|