KURDWATCH, 9ê şibata (Ferbuary) 2012ê – Roja 30ê çileya paşîna 2012ê Nahro Şerîf Şêxî (jidayikbûn 1984) ji zindanê serbest hat berdan. Piştî girtina wî di 3ê çileya paşîna 2012ê de ew veguhestin zindana lêkolînê ya el-Fayhayê ya Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Şamê . Doza li hember wî hatibû vekirin li gor biryara lêborînê ya 15ê çileya paşîna 2012ê hat girtin. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]