Efrîn/Qamişlo: Alîgirên PYD êrîşî xwepêşanderan dikin li Efrîn û Qamişlo
KURDWATCH, 8ê şibata (February) 2012ê – Di êrîşên amadekirî de yên alîgirên Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD) li Efrînê di 3ê şibatê de ji kêmayî 17 kes birîndar bûn. Nêzîkî 300 alîgirên Encumena Niştîmaniya Kurd ji aliyê alîgirên PYD yê çekdar hatin dorpêçkirin, gava ew ji bo xwepêşandaneke rexnegira rêjîmê kom bûbûn. Alîgirên PYD ji xwepêşanderan xwestin ku ew di bin alên wan de bigerin. Gava wan ew daxwaz bi cih neanîn û »Azadî« bang kirin, bi dar, kêr, zincîr û demançeyan ew hatin êrîşkirin. Bi êrîşê re kesên êrîşvan durişmên mîna »Efrîn bajarê şehîdaye, cihê alîgirên Erdogan û Barzanî li vir nîne« bang dikirin, û wêneyên Ocalan bilind kirbûn. Hêzên ewlekariyê yên Sûriyê xwe tevlî rûdanê nekirin. Hejmarek mezin ji xwepêşanderan hatin rakirin bo nexweşxaneyan, lê hinek ji wan nikarîn bên dermankirin, ji ber PYD li wir jî êrîşên xwe berdeam kir. Ev xwepêşanderên han birîndar bûn, heşt birîndarên dî ne amade bûn navên xwe bêjin: Abdurehman Necar (Parêzer), Mihmed Cafer, Osman Xelîl, Sawrazan Mihmed, Dr. Ahmad Yûsif (endamê Encumena Niştîmaniya Kurd), Ebdulrehman Apo (Endamê Nivîsgeha Siyasî yê Partiya Azadiya Kurd li Sûriyê û endamê Encumena Niştîmaniya Kurd), Riyad Henan Cemo, Fexrî Reşîd, Mesûd Reşîd, Alî Hasan, Hikmet Şêx Amad, Şiyar Bekir, Ehmed Mustefa, Hesen Ebdo, Mihemed Ehmo, Resûl Ayno û Ciger (paşnav nenase). Birînên wan bêhtir di serî û destan de bûn, çalakvanek parasûyên wî hatin şikadin. Herweha nasnameya Riyad Hanan Cemo ji wî hat standin. Li gor ragehandinên şahidan tenê hindek êrîşvanan ji Efrînê bûn. Li gor beşdarekî xwepêşandanê ji KurdWatch re gotî hinek ji wan bi devokeke kurdî diaxivîn, ku li Turkiyê belav kirî yê. Li Qamişlo di 3ê şibatê de bi tevahî pênc xwepêşandan hatin li dar xistin: Li tarikên Hilêlî, Enterî, Qidûrbeg, Kornîş û Qanat Swês. Hêzên ewlekariyê yên Sûriyê hejmarek kes binçav kirin. Êrîşvanên PYD di dema xwepêşandana Enteriyê êrîşî çalakvanan kirin, yên ku wêneyên xwepêşandanê digrtin, bi bahaneya ku girtina wêneyan tenê ji mafê endamên televiozyonên PKKê RojTV û RonahîTV ye. Sê çalakvan bi giranî di serê xwe de birîndar bûn. Li Amûdê du xwepêşandan di heman demê de hebûn, endamên PYD tevlî xwepêşandanan nebûn. Li aliyên dî jî yên welêt xwepêşander derketin ser kolanan û daxwaza hilweşandina rejîmê kirin. Di pevçûnên di nav hêzên ewlekariyê yên Sûriyê, kesên sîvîl û leşkerên »Artêşa Sûriyê ya Azad« bi sedan xwepêşander nemaze li Homsê hatin kuştin û birîndarkirin. Xwepêşandan di bin duruşma »Li me bibûre, Hama« bi rê ketin, ya ku bombebarankirina bajarê Hama ji aliyê Artêşa Sûriyê di sala 1982an de bibîr tanî.