|
|
|
Qamişlo: Leşker li Zebedanî hat kuştin
KURDWATCH, 8ê şibat (Ferbuary) 2012ê – Şîndar Salah Şakir (jidayikbûn 1992 li Qamişlo) roja 2ê şibata 2012ê dema erkê leşkeriyê li Al-Zabadanî dikir (50 km li bakurê rojavayê Şamê) canê xwe ji dest da. Şakir berî nêzîkî salekê leşkerî destpêkiribû, ew leşker bû li koma 10an ya ku nêzikî Qatna cih distîne. Di 4ê şibatê de polîsên leşkerî li Qamişlo termê wî radestî malbata wî kirbûn. 5ê şibatê cenaze li Latîfiya ya nêzîkî Qamişlo bû xwepêşandanek, ku bi hezaran çalakvan herweha mirovên kesê kuştî di wê de beşdar bûn. Agahîyên bêhtir girêdayî awayê kuştina wî ta niha peyda nebûne.
|
|
|