KurdWatch
 

Bi nûçenameya me agahdar bimîne
E-Maila te

qeydkirin
derketin
 
 
Heleb: Piştî işkencekirinê çalakvanek ji zindanê derket

KURDWATCH, 26ê çileya paşîna (January) 2012ê – Ebdilmecîd Temir di 19ê çileya paşîna (January) 2012ê de li Helebê ji ber mersûma efûyê ya jimar 10 di 15ê çileya paşîna (January) 2012ê de ji zindanê derket. Endamên Dezgeha Ewlekariya Siyasî çalakvan Ebdilmecîd Temir di 31ê gulana (May) 2011ê de li Qamişlo girtibû û ew radestî Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Hisiçayê kiribû. Dema ku tehqîq pê re dihat kirin, çavên Temir dihatin girtin û destên wî dihatin girêdan, ew bi darên elektrîkê û bi feleqeyan dihat işkencekirin. Temir hatibû mecbûrkirin ku şifreyên xwe yên facebook, skype û e‑mailên xwe eşkere bike. Piştî panzdeh rojan ew hatibû radestkirin Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Şamê û ew li wir jî rastî tehqîqan hatibû. Piştî bîstûpênc rojên din ew ligel girtiyên din hat şandin Helebê. Li wê derê Dozgeriya Leşkerî li gor bendê 285ê yê qanûna tawanan doz lê vekir. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

www.kurdwatch.org -  © 2009 - 2011 [ E-Mail: info@kurdwatch.org ]