|
|
|
Qamişlo: Endamên PYD sê kes kuştin û yek bi dijwarî birîndar kir
KURDWATCH, 13ê çileya paşîna (January) 2012ê - Di 10ê çileya paşîna (January) 2012ê de Ehmed Ebdela Bedro (1971), Nîdal Ebdela Bedro (1967) û Emar Ebdela Bedro (1973, zewicî ye, sê zarok) li Qamişlo ji aliyê endamên çekdar ên Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD) ve hatin kuştin. Di 8ê çileya paşîna (January) 2012ê de endamên PYDê êrîşî Ebdela Bedro, bavê hersî kesên kuştî, di mala wî de kiribû û ew bi guleyan bi dijwarî birîndar kiribû. Di vê êrîşê de yek ji êrîşkeran, Mihemed Mehmûd, ku bi navê Xebat tê naskirin û endamek PYDê ji Dêrikê ye û ta berî demeke kurt gerîlayek PKKê bû, bi guleyekê hat kuştin. Polîsan yekser Îmad Ebdela Bedro girt, ku yek ji kurên Ebdela Bedro ye. Ebdela Bedro ji hingî ve di nexweşxaneyeke Qamişlo de tê dermankirin. Komeke ta niha ne naskirî ku navê »Parêzvanên Hêjayiyên Gel« li xwe dike, eşkere kir ku ew li dû kuştina hersî biraderan Ehmed, Nîdal û Emar Ebdela Bedro ye. Daxuyaniya wê di 10ê çileya paşîna (January) 2012ê de bi zimanê erebî di Ajansa Nûçeyan a Firatê ya nêzîkî PKK û herweha di malpera fermî ye PYDê de hat weşandin. Vê komê kuştina Mihemed Mehmûd û destdayina li ser maûmilkên PKK/PYD wek sedema kuştinan bi eşkere kir. Ebdela Ebdro kevneendamek PKK bû, ku tê gotin ku li ser navê wî vêlayeke li Şamê hatibû qeydkirin ku serokê PKK Ebdela Ocalan lê dima dema ew li Sûriyê bû. Piştî ku Ocalan di 1998ê de li ser dexta Tirkiyê mecbûr bû ji Sûriyê derkeve, vêla li ser navê Ebdela Bedro maye. Herweha tê gotin ku piştî wî dev ji PKK jî berda, wî nexwestiye vêlayê vegerîne, çimkî li gor wî Ocalan bi xwe ew vêla dabû wî. Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê di 10ê çileya paşîna (January) 2012ê de di daxuyaniyekê de kuştinên li Qamişlo şermezar kir û ew wek »tawaneke kirêt« bi nav kir. Yekîtî behs nake bê kê ew kuştin pêk anîne. Herweha Yekîtiya Hêzên Demoqrat ên Kurdî li Sûriyê, hevbendiya komên ciwanên kurd ên serbixwe AVAHÎ û Yekîtiya Komîteyên Tensîqê ya Ciwanên Kurd li Sûriyê kuştin şermezar kirin. Di daxuyaniyeke hevbeş de ew »Şebîha« dikin berpirsyara kuştinan. Ji komên ne fermî yên çekdar ên rêjîmê re »Şebîha« tê gotin.
|
|
|