KurdWatch
 

Bi nûçenameya me agahdar bimîne
E-Maila te

qeydkirin
derketin
 
 
Tirbesipî: Hêzên ewlekariyê rê li ber xwenîşandanekê girt

KURDWATCH, 9ê çileya paşîna (January) 2012ê - Di xwenîşandanên 6ê çileya paşîna (January) 2012ê de li seranserî Sûriyê dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndarkirin. Li seranserî Sûriyê xwenîşanderan doza rûxandina rêjîmê kir. Xwenîşandan li jêr dirûşma »Ger hûn alîkariya [doza] Xwedê bikin, ewê alîkariya we bike« pêk hatin. Li Qamişlo, Amûdê, Dirbêsî, Kobanî û Serê Kaniyê jî xwenîşandan pêk hatin. Alîgerên Partiya Yekîtiya Demoqrat li Qamişlo hew da ku xwenîşandanê bi bilindkirina alên PKKê û wêneyên Ebdela Ocalan têk bibin, lê ew bi ser neketin. Mîna hefteya buhurî vê carî jî li Amûdê sê xwenîşandan di heman demê de pêk hatin. Li Tirbesipî hêzên ewlekariyê nehişt ku xwenîşandanek pêk were.

ShareThis

www.kurdwatch.org -  © 2009 - 2011 [ E-Mail: info@kurdwatch.org ]