KurdWatch
 

Bi nûçenameya me agahdar bimîne
E-Maila te

qeydkirin
derketin
 
 
Qamişlo: Duyemîn hevbendiya oposîtsyonê ya kurdî hat damezirandin

KURDWATCH, 7ê çileya paşîna (January) 2012ê - Komek ji partiyên kurdî di 22ê çileya pêşîna (December) 2011ê de Yekîtiya Hêzên Demoqrat ên Kurdî li Sûriyê damezirand. Şepêla Pêşerojê ya Kurdî li Sûriyê, Partiya Demokrat a Kurdî ‒ Sûrî ya Ebdilrehman Alûcî û Partiya Yekîtiya Kurdistanî li Sûriyê endamên vê hevbendiyê ne.
Ev in helwestên hevbendiya nû:
1. Rûxandina rêjîmê û tevaya nîşan û strûktûrên wê, berdewamiya şoreşa azadyane li tevaya beşên Sûriyê û li herêmên kurdî û herweha xurtkirina bangên ji bo grevan û bêîtaeta sîvîl li tevaya herêmên kurdî.
2. Yekbûna hewildanên ciwanên serhildêr li herêmên kurdî û tensîqa di navbera wan û çalakvanên din ên şoreşa sûrî de.
3. Xebata ligel hemû aliyên peywendîdar ji bo misogerkirina paraztina navneteweyî ji bo kesên sîvîl, û piştivaniya hemû hewildanên erebî û navneteweyî û bicîanîna wan ji aliyê rêxistinên navneteweyî ve di zûtirîn dem de.
4. Diyaloga bi tevaya hêzên siyasî yên kurdî yên li derveyî vê hevbendiyê re, û tensîqa hewildanan ji bo paraztina yekîtiya rêza Kurdan.
5. Peywendiya bi hemû aliyên oposîtsyona sûrî re li hundir û derve û bi taybetî bi Encûmena Niştimanî ya Sûrî û kesayetiyên niştimanî yên sûrî re, û peydakirina rêyên ji bo hevkarî, hevtêgihiştin û xebata hevbeş ligel wan ji bo bicîanîna armancên şoreşê.
6. Ev hevbendî dibîne ku rewabûna rastî digihên wan kesan ku di xebata li dijî rêjîma autorîtêr xwe kir gorî, li ber xwe da û rastî işkenceyan hat.
7.  Yekîtiya Hêzên Demoqrat ên Kurdî teqez dike ku biryara niştimanî ya kurdî li Sûriyê serbixwe ye û asoya neteweyî ya kurdî paraztî ye.
8. Sazkirina sîstemeke parlamentê û jiyaneke demoqrat li ser bingeha piraliyê, veguhestina aştyane ya desthilatê, desthilata qanûnê, dabeşkirina hersî desthilatan (çêkirian qanûnê, bicîanîna qanûnê û dadê) û paraztina maf û taybetmendiyên tevaya pêkhatiyên civaka sûrî.
9. Pejirandina di destûrê de ku Sûrî dewleteke sîvîl e ya xwedî ol, mezheb û neteweyên cuda ye (Ereb, Kurd, Kildan, Aşûrî, Siryan, Ermenî, Şîşan, Çerkes, Turkman û Êzîdî) ligel misogerkirina mafên siyasî û çandî yên hemûyan.
10. Destûra nû mafên neteweyê yên gelê kurd li Sûriyê di çarçeweyeke niştimanî ya demoqrat a tewafiqî de li ser bingeha hevkariya di dewletê de wek neteweyeke sereke li tenişt neteweya erebî misoger dike. Ew herweha misoger dike ku pirsa gelê kurd pirseke gelekî ye ku bi viyana xwe ya azad li ser xaka xwe ya dîrokî dijî. Herweha divê pirsa wî bi awayekî demoqrat û dadmend bê çarserkirin û tevaya qanûn, mersûm û proje û siyasetên regezperest li dijî gelê kurd mîna Kembera Erebî, Serjimartina Awarte û siyasetên erebîkirinê û piştguhkirina herêmên kurdî û şûnmayiyên wan ên negatîv bên rakirin û tezmînat bên dayin ji bo kesên ku ji tevaya van karan ziyan dîtine.
11. Misogerkirina azadî û mafê welatî di derbirîna nerînê û pêkanîna xwenîşandanê, pêkanîna azadiyên kesayetî û rîtûalên taybetî, beşdarbûna di jiyana giştî de û rêzgirtina li rûmeta wî ya mirovî li ser bingeha bicîkirina mafê sîvîl ê welatîbûnê.
12. Redkirina zordariyê û xurtkirina hewildanên ji bo lêbûrîn, lihevhatin û hevdûpejirandina di navbera tevaya welatiyan de û rêzgirtina li tevaya peymanên navneteweyî û li mafên mirovan.
13. Rakirina tevaya şêweyên ramana totalîtêr, autorîtêr û nehiştina aliyê din, hiceta ji bo wê çi jî be; nepejirandina zordariyê di xebata siyasî de û karkirina bi prensîpên şefafiyetê di çarçeweya peywendiyên siyasî de; dûrxistina artêş û hêzên ewlekariyê ji siyaset û hilbijartinê, da ku nikaribin ne dengên xwe bidin, ne jî xwe bidin hilbijartin.
14. Bicîanîna sîstema ne merkezî di dewletê de, da ku guncaw bin bi pêwîstiyên pêşketin û pêşdeçûnê ên herêman; misogerkirina wekheviya derfetan û dabeşkirina dadmend a dewlemendiya niştimanî û herweha xebata ji bo bilindkirina şêweyê jiyanê yê tevaya welatiyên sûrî; sazkirina yekîneyên îdarî yên nû ku berjewendiyên welatiyên herêmên peywendîdar diparêze; diyarkirina nisbetên diyarkirî ji hatinên her parêzgehekê, da ku li ser sazkirina avahiya bingehîn û projeyên pêşdebirinê de li van parêzgehan bên xerckirin.
15. Dewleta sûrî ya nû tevaya mafên jinê misoger dike, di nav de misogerkirina beşdarbûna wê ya çalak di jiyana siyasî û hemû warên din de. Divê bi şêweyekî cidî guhdana li ciwanan û pirsgirêkên wan bê kirin û beşdarbûna wan di warên sîvîl, çandî, civakî, aborî û siyasî yên civakê de bê misogerkirin.
16. Dewleta sûrî ya nû dewleteke sîvîl û şaristanî ye û alaveke cidî ya istiqrarê ye li derûdora wê ya erebî, herêmî û navneteweyî.
17. Çareseriya pirsa herêmên sûrî yên dagîrkirî di rêya qanûnên navneteweyî û biryarên peywendîdar ên Encûmena Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî re.
18.  Yekîtiya Hêzên Demoqrat ên Kurdî wê ligel Encûmena Niştimanî ya Sûrî dema intîqalî li ser bingeha sazkirina encûmenên lokal bi rê ve bibe, da ku dema rûxandina rêjîmê ewlekariya herêmên kurdî bê misogerkirin.
19. Ev hevbendî bangî sazkirina konferenseke niştimanî li jêr sernavê guhertina demoqrat ji bo sazkirina bernameyekê ji bo dema intîqalî dike, ligel tevaya nûnerên civaka sûrî, ku destên wan bi xwîna gel nehatibin lewitandin an malûmilkên dewletê nedizîbin.
20. Hikûmeta demî wê herî zêde di hundirê salekê de hilbijartinên azad li jêr çavdêriya dezgehên navneteweyî pêk bîne, da ku kombûneke damezirandinê bide hilbijartin; erkê vê kombûnê sazkirina destûreke nû ye ji bo dewletê, ku piştre di rêya dengdanekê re j igel re bê pêşkêşkirin.
21. Gerek hilbijartinên parlamentê li gor destûra nû herî zêde di hundirê şeş mehan de pêk bên.

ShareThis

www.kurdwatch.org -  © 2009 - 2011 [ E-Mail: info@kurdwatch.org ]