KurdWatch
 

Bi nûçenameya me agahdar bimîne
E-Maila te

qeydkirin
derketin
 
 
Qamişlo: Mişeel Temo hat kuştin

KURDWATCH, 10ê cotmeha (October) 2011ê - Di 7ê cotmeha (October) 2011ê de Mişeel Temo (1957) li Qamişlo hat kuştin. Peyvdarê Şepêla Pêşerojê ya Kurdî li Sûriyê ligel kurê xwe Marsêl (1988), birayê xwe Ebdilrezaq Temo, endama partiyê Zahîda Reşkilo û sê kesên din di maleke li Qamişlo de beşdarî civîneke siyasî bûbûn, dema komeke ji pênc kesan derbasî malê bûn û bi erebî pirsa Mişel Temo kir. Dema Temo rabû ser xwe, wan gule bera wî dan. Dema Temo ket, wan guleyek bera serî wî da. Kurê wî Marsêl ji ber guleyeke di zik de li nexweşxaneyê hat emeliyatkirin. Zahîda Reşkilo di lingekî xwe de birîndar bû.
Di 8ê îlona (September) 2011ê de Mişel Temo ji hewildaneke kuştinê filitî [KurdWatch behs kiribû]. Ji hingî ve ew pirê caran dûrî çavan bû. Piştî hewildana kuştinê wî ji KurdWatchê re gotibû: »Biryar a rêjîmê ye. Lê teqez kesên nas wê biryarê pêk bînin. Çeteyên (şebîh) rêjîmê pir in. Berî niha agahî gihane me ku ewê kesayetiyan bikujin. Ne giring e bê kî biryarê pêk tîne, a giring xwediyê biryarê ye û ew jî rêjîm e. [...] Dema me helwesta xwe li hember rêjîmê û helwesta xwe li hemberî şoreşa xortên kurd di nav şoreşa sûrî de eşkere kir, me ev tişt dabû ber çavên xwe. Me biryara xwe stendiye, ku emê azadiya xwe bistînin. An emê bi saxî azadiya xwe bistînin, an emê bi kerameta xwe bimirin. Em tucarî ji vê venagerin. Em naxwazin ku mesele bibe kêşeyeke kurdî-kurdî. Em meseleyek e ku divê mirov helwestekê nîşan bide. Ev pirseke niştimanî ye, ne pirseke kurdî ye. [...] Berî niha li Kobanî xortek hatibû revandin, li Serê Kaniyê du kesan lêdan xwar û li Dêrikê hewildana revandina kesekî pêk hatibû. Mesele niha bûye du alî: Aliyek rûxandina rêjîmê naxwaze, û aliyek rûxandina rêjîmê dixwaze. Ev alî jî em û xortên tensîqiyatan in. Ji wan werê ku em rêberîtiya vê rewşê dikin û projeyeke me ya siyasî heye û em tuiştan xerab dikin. Rêjîm jê lê dinere ku bêtir em in ên ku xortan dehf didin. Teqez e ku em ji ber helwestên xwe yên siyasî dibin armanc.«

Li gotinên Mişeel Temo guhdar bike:

http://www.youtube.com/v/VfFpUz_qU8U

Ku Temo di çarçeweya hewildana kuştina xwe de behsa revandinên ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ve li Kobanî [agahiyên berfireh li ser vê meseleyê], Serê Kaniyê [agahiyên berfireh li ser vê meseleyê] û Dêrikê dike, eşkere dike ku wî guman dikir ku PYD li dû hewildana kuştinê bû. Di heman demê de wî nedixwest ku kêşeyeke kurdî ya navxweyî derkeve holê. Wî teqez dikir ku giring ew e bê kî biryaran dide, ne bê kî wan pêk tîne.
Deemeke kurt piştî kuştina Mişeel Temo li Qamişlo, Amûdê, Hisiça, Kobanî û Dirbêsiyê xwenîşandanên li dijî rêjîmê pêk hatin. Xwenîşanderan doza rûxandina rêjîmê û serokê dewletê kir.
Tevgera Kurdî ya Niştimanî li Sûriyê, ku ji yanzdeh partiyên kurdî pêk tê [agahiyên berfireh li ser Tevgera Kurdî ya Niştimanî li Sûriyê] di daxuyaniyekê de got ku hikûmeta sûrî ji bo ewlekariya welatiyan berpirsyar e û doza pêkanîna lêkolîneke li ser kuştina Temo kir.

Xwenîşandana li Amûdê:

http://www.youtube.com/v/HUlzDLcGUok

ShareThis

www.kurdwatch.org -  © 2009 - 2011 [ E-Mail: info@kurdwatch.org ]