|
Qamişlo: Dîsa çalakvanek li sînorê Tirkiyê hat girtin
KURDWATCH, 22ê îlona (September) 2011ê - Endamên Dezgeha Muxaberatên Leşkerî di 20ê îlona (September) 2011ê de Mûsa Osman, ku bi navê Mûsa Zaxûranî tê naskirin (1955, zewicî ye, yazdeh zarok), li cem dergehê sînor ê Nisêbîn/Qamişlo hat girtin dema ji serdaneke malbata xwe ji Kurdistana Iraqê vegeriya Sûriyê. Berî serdana Iraqê Osman beşdarî komek ji xwenîşandanên li dijî rêjîmê bûbû.
|