|
|
|
Qamişlo: Xwenîşander rastî işkenceyên giran hatin
KURDWATCH, 10ê tebaxa (August) 2011ê - Dadgeha Cezayê li Qamişlo di 9ê tebaxa (August) 2011ê de biryar da ku Adil Izedîn Xelef, Usama Silêman Mensûr el-Hîlalî û Şêx Ebdilsemed Mihemed Elî Umer (1962, zewicî ye, şeş zarok) serbest bên berdan. Li dijî hersî kesan, ku beşdarî xwenîşandanên dijî rêjîmê bûbûn, ji ber beşdarbûna di çalakiyên xerabker, pîskirina serokê dewletê û berxwedana li dijî hêzên dewletê doz hatiye vekirin. Xelef, el-Hîlalî û Umer di 2ê tebaxa (August) 2011ê de li Qamişlo hatibûn girtin. Di dezgeha polîsan de ew ligel girtiyên din hatin işkencekirin. Li dijî wan metoda bîsat el-rîh hat bikaranîn, ku dest û ling tên girêdan û ber bi çar aliyan ve tên kişandin û di wê demê de gorî rastî lêdanên li tevaya aliyên laş tê. Çav û bêvilên girtiyan dihatin girêdan û kelaş dihatin xistin devên wan. Tevî ku ew bi rojî bûn, ew hatin mecbûrkirin ku avê vexwin. Polîsan di devê hin girtiyan de mîz jî kirin. Dema ku ew dihatin işkencekirin, ku di encama wê de tiliyek lingê Usama Silêman Mensûr el-Hîlalî hat şikandin, girtî hatin mecbûrkirin ku »Bi can, bi xwîn, em bi te re ne ey Beşar« bang bikin. Piştre Xelef, el-Hîlalî û Umer bi çavên girtîn hatin daxistin jêrzemînê. Li wê derê ew ji aliyê hêzên ewlekariyê ve rastî lêdanên bi dest û lingan hatin. Girtiyekî ji KurdWatchê re got: »Wan wilo bi me dikir mîjna ku em gokek bin di nav lingên wan de.« Di heman rojê de hersî girtî hatin veguhestin dezgeha polîsan li Hisiçayê. Li wir jî çavên wan hatin girtin û ew rastî lêdanên bi dest û ling û daran li ser hemû aliyên laşên wan hatin. Eger girtî diketin, hêzên ewlekariyê ji porê wan ew dikişandin jor. Piştre ew hatin mecbûrkirin ku li ser kabokên xwe rûnin, ta ku dora wan a tehqîqê bê. Eger girtiyek nema karîba û rûniştiba, ew rastî lêdanê dihat û dihati mecbûrkirin ku dîsa li ser kabokên xwe rûne. Di rojên bi dû de rojane du caran tehqîq bi girtiyan re dihat kirin, ku li wir ew rastî lêdanên bi dest dihatin. Wekî din ew li jêrzemînê di hucreyên bitenê de bûn, ku mezinbûna wan 1,80 x 1,20 meter bû û bê pencere bûn. Di 8ê tebaxa (August) 2011ê de Xelef, el-Hîlalî û Umer hatin veguhestin Qamişlo. Li cem KurdWatch navên xwenîşanderên din hene ku li Qamişlo girtî ne: Mihemed Hîcab Bosrî, Sîpasn Hisên Osê, Xalid Ebdilhemîd Eseed, Alan Fehed Hisên, Edhem Silêman Ebdela û Mihemed Serbest Mihemed. Ew jî rastî işkenceyan hatine. Edhem Silêman Ebdela û Mihemed Serbest Mihemed di 9ê tebaxa (August) 2011ê de bi biryara Dadwerê Lêkolînê li Qamişlo serbest hatin berdan. Girtiyên din di zindanê de ne. Li dijî hemûyan ji ber beşdarbûna di çalakiyên xerabker, pîskirina serokê dewletê û berxwedana li dijî hêzên dewletê doz hatine vekirin. Ta niha li herêmên kurdî li dijî xwenîşanderan işkence nedihat bikaranîn. Bûyerên ku li jor behsa wan hatiye kirin, dikarin nîşanek bin ji bo guhertina helwesta rêjîma Sûriyê û ji niha û pê ve wê girtiyên li herêmên kurdî - mîna yên li deverên din - rastî işkenceyên dijwar bên.
|
|
|