|
|
|
Stenbol/Şam: Kêşeyên li ser mafên Kurdan û girêdana ol û dewletê di »Kongira Niştimanî ya Felatê« de
KURDWATCH, 20ê tîrmeha (July) 2011ê - Li jêr dirûşma »Ji bo Sûriyeke medenî, demoqrat û piralî« di 16ê tîrmeha (July) 2011ê de li Stenbolê »Kongira Niştimanî ya Felatê« li dar ket. Beşek ji oposîtsyona sûrî beşdarî vî kongirî bû. Pêşî gerek li Şamê di heman demê de beşek din ê vî kongirî pêk hatiba. Lê ji ber ku di 15ê tîrmeha (July) 2011ê de nêzîkî ciyê kongir panzdeh xwenîşanderên li dijî rêjîmê hatin kuştin, kongir pêk nehat. Ji aliyê kurdî ve Şepêla Pêşerojê ya Kurdî li Sûriyê di rêya pevdarê wê Mişeel Temo di komîteya amadekar de beşdar bû. Partiyên kurdî yên din nedixwest beşdarî kongirê li Şamê bibin, çimkî ew di komîteya amadekar de ne beşdar bûn, wek ku endamê polîtbîroya Partiya Çep a Kurdî li Sûriyê Salih Gedo ji KURDWATCHê re eşkere kir. Di kongirê li Stenbolê de jî nûnerên partiyan beşdar nebûn, tenê çend Kurdên serbixwe yên li derve amade bûn. Lê piştî ku kongir dest pê kir, ew ji kongir vekişiyan ji ber ku li gor wan kongir giringî nedaye mafên Kurdan. Di 16ê tîrmeha (July) 2011ê de Mişeel Temo vekişandina Şepêla Pêşerojê ya Kurdî li Sûriyê ji »Kongira Niştimanî ya Felatê« ragihand. Temo got ku wan ev biryar stendiye, çimkî beşdarvanên li Stenbolê biryarên ne li gor reşpelika ku li Şamê hatibû amadekirin, stendine. Wî rexne kir ku di daxuyaniya dawî ya kongirê Stenbolê de behsa hebûn û mafên Kurdan di »beşê Kurdistanê yê girêdayî bi Sûriyê ve« nehatiye kirin. Temo berdewam kir û got: "Ew kesên ku li şûna dewleteke muxaberatan dixwazin dewleteke olî pêk bînin, li derveyî mentiqê vê demê tevdigerin û ziyanê digihînin berjewendiyên niştimanî û pêşeroja Sûriyê û jiyana hevbeş û birayetiya neteweyên cuda.« Piştî vî rexneyê beşdarvanên kongirê Stenbolê biryar stend ku daxuyaniya ku li Şamê hatibû amadekirin, bi kar bînin. Di vê de hatiye nivîsandin ku divê kar bê kirin ji bo »avakirina dewleteke demoqrat, piralî û medenî ku tê de desthilatdar tên guhertin û hemû Sûrî - Ereb, Kurd, Aşûrî û kêmneteweyên din - û herweha hemû ol - Musilman û Fileh« tê de beşdar bin. Herweha tê de hatiye nivîsandin ku gerek hemû Sûrî xwedî heman mafên welatîbûnê bin di tek dewleteke hevbeş de li ser esasê pîvanên dewleta qanûnê, ne giring e bê welatî endamên kînaj neteweyê yan olê bin. Mişeel Temo ji KURDWATCHê re diyar kir ku ewê niha bi hevalên xwe re bişêwire bê ewê bi guhertina nû re çawa bidin û bistînin.
|
|
|