|
|
|
Qamişlo: Ji bo cara pêşî di xwenîşandanên li dijî rêjîmê de Kurd tên kuştin
KURDWATCH, 18ê tîrmeha (July) 2011ê - Di xwenîşandanên 15ê tîrmeha (July) 2011ê de li çend bajarên Sûriyê dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndarkirin. Lê xwenîşandanên li Qamişlo, Amûdê, Dirbêsî, Serê Kaniyê û Kobanî mîna hefteyên buhurî bi aramî derbas bûn. Li seranserî dewletê xwenîşanderan doza rûxandina rêjîmê dikir. Li Taxa Kurdan (Ruknedîn) li Şamê du Kurd hatin kuştin, yek ji wan Zerdeşt Wanlî (18) bû û yê din Mihemed Xezwan Sêrwan (24) bû. Wek helwestek li dijî kuştina wan êvarî li Amûdê çend sed kesan li hundirê bajêr wêneyên Beşar el-Esed çirandin. Li herêmên kurdî hejmara xwenîşanderan di navbera 20 000 û 25 000 de bû. Di 14ê tîrmeha (July) 2011ê de li Dêrikê xwenîşandaneke li dijî rêjîmê pêk hatibû.
|
|
|