KurdWatch
 

Bi nûçenameya me agahdar bimîne
E-Maila te

qeydkirin
derketin
 
 
Şam: Hevbendiyeke oposîtsyonê ya nû bi beşdarbûna Kurdan hat damezirandin

KURDWATCH, 4ê tîrmeha (July) 2011ê - Di 30ê hizêrana (June) 2011ê de li Şamê damezirandina »Komîteya Tensîqê ya Niştimanî ya Hêzên Guhertina Demoqrat« hat ragihandin. Di daxuyaniyekê de hevbendiya nû doza rakirina bendê 8ê yê destûra sûrî (Partiya Bees serkêşiya dewlet û civakê dike), diyalogeke niştimanî ji bo guhertina demoqrat û rûxandina hikûmeta niha û sazkirina hikûmeteke demî kirin. Erkên hikûmeta demî gerek ev bin:

1. Sazkirina reşpelika destûrekê, ku sîstemeke parlamentarî, dewleteke medenî û heman mafên welatîbûnê ji bo tevaya welatiyan misoger dike;
2. Sazkirina qanûneke li gor dema niha ji bo partiyan, alavên ragihandinê û hilbijartinan;
3. Kurd beşek dîrokî yê bingehîn in ji tevna sûrî ya niştimanî. Ev tê wê wateyê ku pêwîstî bi çareserkirineke dadmend a Pirsa Kurdî heye. Divê ev yek di çarçeweyeke niştimanî de û li ser bingeha yekîtiya dewlet û gel pêk bê. Ji bo pêkanîna vê yekê pêwîstî bi misogerkirineke di destûrê de heye. Ev yek ne berevajî wê rastiyê ye, ku Sûrî beşek e ku nayê dabeşkirin ji neteweya erebî.

»Komîteya Tensîqê ya Niştimanî ya Hêzên Guhertina Demoqrat« ji Kombûna Niştimanî ya Demoqrat (çar partiyên erebî), Kombûna Çep a Markisî (çar partî) û pênc partiyên kurdî (Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê, Partiya Yekîtiya Demoqrat [PYD], Partiya Çep a Kurdî li Sûriyê, Partiya Demoqrat a Kurdî li Sûriyê [el‑Partî] ya Nesridîn Ibrahîm û Partiya Demoqrat a Kurdî ya Sûrî) pêk tê. Herweha komek ji kesayetiyên sûrî yên serbixwe endamên vê rêxistina nû ne. Partiyên kurdî yên din, di nav wan de endamên Daxuyaniya Şamê, beşdarî vê hevbendiya nû nebûn.
Komîteya Tensîqê ya Niştimanî ya Hêzên Guhertina Demoqrat Komîteya Tenfîzî ya ji 18 kesan pêkhatî bi nav kir. Mihemed Mûsa (Partiya Çep), Salih Mûslim Mehmûd (PYD) û Cemal Baqî Mele Mehmûd (Partiya Demoqrat a Kurdî ya Sûrî) endamên kurd ên vê komîteyê ne. Gerek e ew her sê mehan ji aliyê endamine kurd ên din ve bên guhertin. Di Encûmena Îdarî de ya ji heft kesan pêkhatî de jî endamek kurd heye, ew jî Cemal Baqî Mele Mehmûd e. Gerek e ew jî her sê mehan ji aliyê endamekî kurd ê din ve bê guhertin. Herweha hat ragihandin ku wê Encûmene Giştî ji 60 kesan bê ragihandin.

ShareThis

www.kurdwatch.org -  © 2009 - 2011 [ E-Mail: info@kurdwatch.org ]