KurdWatch
 

Bi nûçenameya me agahdar bimîne
E-Maila te

qeydkirin
derketin
 
 
Hevpeyvîn

Hevpeyvîn

Usama Silêman Mensûr Hilalî, amir lwayê Mişel Temo:
»Ez ji rahijtina avê çûm rahijtina çekan«

KURDWATCH, 25ê adara 2013ê - Usama Silêman Mensûr Hilalî (jidayikbûn 1979 li Qamişlo), çûye dibistanê heta pola nehan. Ew demeke dirêj li Siûdiya Erebî dijiya, berî heft salan, berî ku ew vegere Qamişlo û dikaneke alavên boyax û sipîkirinê li nêzîkî mizgefta Qasimo veke. Hilalî ji çalakvanên destpêkê ye, yên ku li herêmên kurdî xwenîşandan li darxistin. Îro ew damezrêner û amirlîwayê yekîneya Mişel Temo ye, ya ku bi çekan li dijî rêjîmê şer dike.

[Bêtir bixwîne]


Feysel Yûsif, serokê Encumena Niştîmanî ya Kurdî:
»Carna tiştin ji Encumenê tên xwestin ku tenê hikûmet dikarin pêk bînin« 


KURDWATCH, 28ê çileya pêşîna (December) 2012ê – Feysel Yûsif (jidayikbûn 1954 li Qamişlo) ji 14ê tebaxa 2012ê ve serokê Encumena Niştimanî ya Kurd e. Ji destpêka salên 1970yan endamê Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurdî li Sûriyê bû, dûvre ew di nivîsgeha siyasî ya partiyê de bû. Di şibata 2010ê de wî dev ji Partiya Pêşverû berda û bi komekê ji piştgiran Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûriyê - Tevgera Reformê damezrand, ew serokê wê ye. Yûsif bi KurdWatch re li ser derbasbûna Encumena Niştimanî ya Kurdî di Hevbendiya Niştimanî de diaxive herweha li ser têkiliyên bi Encumena Gel ya Kurdistana Rojava.

[Bêtir bixwîne]


Ebdulselam Osman, siyasetmedar û çalakvan: 
»Xebat Dêrikî ez revandim, wî demançe da ber serê min« 

KURDWATCH, 25ê çileya pêşîna (December) 2012ê – Ebdulselam Osman (jidayikbûn 1977) endamekî damezrêner yê Yekîtiya Hevrêzên Ciwanên Kurd li Sûriyê û yê Şepêla Pêşeroja Kurd li Sûriyê ye. Çalakvanê ku ji pêncsaliya xwe ve bi ji ber felça zarokan janê dikişîne, piştî ku PKK ew tehdîd kir ji Sûriyê revî. Piştî çend mehên li Stenbolê, wî vê dawiyê mafê penaberiya siyasî li Elmanyayê stand. Di hevpeyvîna bi KurdWatch re ew li ser rewşa niha ya komên hevrêziyan li deverên kurdî û li ser revandina wî ji aliyê PKK ve diaxive.

[Bêtir bixwîne]


Mustafa Cuma, siyasetmedarê kurd: 
»Çekên PYD hene û yên me nînin. Ewê me tevan bikujin«

KURDWATCH, 16ê tebaxa (August) 2012ê – Mustefa Cuma (jidayikbûn 1947 li Kobanî) cîgirê serokê Encûmena Niştimanî ya Kurdî ye û sekreterê Partiya Azadî ya Kurd li Sûriyê (Azadî) ye. Di 24ê hezîrana 2012ê de ew ji aliyê endamên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ve hat revandin, ji dema serbestberdana wî ve ew li Kurdistana Iraqê dijî. Ev hevpeyvîn, ya ku ew tê de bi taybetî li ser têkiliyên partiya xwe û PYD diaxive, çend rojan berî revandina wî hat tomarkirin.

[Bêtir bixwîne]


Zahîde Reşkîlo, siyasetvanek kurd:
»Wan got, ew û yanzdeh partiyên dî yên kurdî dê Mişeel Temo bikujin«

KURDWATCH, 15ê hizêrana (Juni) 2012ê – Zahîde Reşkîlo (jidayikbûn 1966) endama Nivîsgeha Têkiliyên Gişî ya Şepêla Pêşerojê ya Kurdî li Sûriyê ye. Ew bi KurdWatchê re li ser rûdana kuştina Mişeel Temo diaxive, ku ew bi xwe jî tê de bi dijwarî birîndar bûbû. Ev yekemîn hevpeyvîna ligel siyasetvana kurd e, ku tê de li ser hurikiyên rûdana kuştinê diaxive. Reşkîlo niha ji bo dermankirinê li Elmanyayê dimîne.

[Bêtir bixwîne]


Salih Gedo, endamê Polîtbîroya Partiya Çep a Kurdî li Sûriyê:
»Hinek partiyên kurdî hicetan peyda dikin, ji bo tevlî Encûmena Niştîmanî ya Sûrî nebin. Rastî ew e ku ew hîn ji rêjîmê ditirsin.«


KURDWATCH, 18ê nîsana (April) 2012ê – Salih Gado (jidayikbûn 1946, bi jin, şeş zarok), endamê Polîtbîroya Partiya Çep a Kurdî li Sûriyê ye û li Qamişlo dijî. Di hevpeyvînê de bi KurdWatchê re ew li ser rewşa niha ya herêmên kurdî û bi taybetî têkiliya Encûmena Niştimanî ya Kurdî û Encûmena Niştimanî ya Sûrî diaxive.

[Bêtir bixwîne]



Azad Mihyedîn, endamê Tevgera Ciwanên Rojava:
»Encûmena Niştîmanî ya Kurdî ji bilî navekî ne tiştek e. Em wê bi PYD re bidin ber hev, wê tiştek pêşkêş nekiriye«

KURDWATCH, 21ê adara (March) 2012ê – Azad Mihyedîn* (jidayikbûn 1981) endamê Tevgera Ciwanên Rojava e û li Qamişo dijî. Di hevpeyvînekê de bi KURDWATCH re ew nerîna xwe li ser rewşa vê demê ya Cizîrê, nemaze li ser siyaseta Encûmena Niştîmanî ya Kurdî û Partiya Yekîtiya Demoqrat  (PYD), diaxive. 

[Bêtir bixwîne]


 

Rêzan Behrî Şêxmûs, serokê Nivîsgeha Peywendiyên Giştî ya Şepêla Pêşerojê ya Kurdî li Sûriyê:
»Dema ku li seranserî Sûriyê şoreşeke gel pêk tê, Konferensa Niştimanî ya Kurdî li ser pereyan pevdiçe«


KURDWATCH, 19ê çileya paşîna (January) 2012ê - Rêzan Behrî Şêxmûs (1962, zewicî ye, çar zarok) serokê Nivîsgeha Peywendiyên Giştî ya Şepêla Pêşerojê ya Kurdî li Sûriyê ye. Ew endezyar e û li Sûriyê dijî. Di hevpeyvîna bi KurdWatchê re Şêxmûs behsa xebata siyasî ya Şepêla Pêşerojê piştî kûştina Mişeel Temo dike.

[Bêtir bixwîne]




Zuhêr Salim, peyvdarê Biraderên Musilman li Sûriyê:
»Tiz bi [nasnameya] sûrî! Em Sûriyê napejirînin«


KURDWATCH, 4ê çileya pêşîna (December) 2011ê - Zuhêr Salim (1947) nivîskar e û li Londonê dijî. Di hevpeyvînekê de bi KurdWatch re peyvdarê Biraderên Musilman li Sûriyê li ser pirsa kurdî li Sûriyê diaxive.

[Bêtir bixwîne]

 




Dr. Ebdilbasit Seyda, endamê Komîteya Tenfîzî ya Encûmena Niştimanî ya Sûrî:
»Ti peyman di navbera Encûmena Niştimanî ya Sûrî û hikûmeta tirkî de tune«


KURDWATCH, 18ê çiriya paşîna (November) 2011ê - Dr. Ebdilbasit Seyda (1954, dektorê felsefeyê, zewicî ye, pênc zarok) ji sala 1993ê ve li Swêdê dijî. Di sala 2003ê de pirtûka wî »Pirsa Kurdî li Sûriyê« derket. Di hevpeyvîneke bi KURDWATCHê re Ebdilbasit Seyda behsa xebata Encûmena Niştimanî ya Sûrî dike, ku hevbendiyeke oposîtsyona sûrî ye ku di 2ê cotmeha (October) 2011ê de li Stenbolê hat damezirandin.

[Bêtir bixwîne]

 




Salih Muslim Mihemed, serokê PYDê:
»Zilamên Tirkiyê li Kurdistana Sûriyê ji bo bûyerên li vir berpirsyar in«


KURDWATCH, 8ê çiriya paşîna (November) 2011ê - Salih Muslim Mihemed (1951, endezyarê kîmyayê, zewicî ye, pênc zarok) ji sala 2010ê ve serokê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) e, ku rêxistina Sûriyê ya PKKê ye. Ji ber tirsa ji çewisandina siyasî ew di sala 2010ê de reviyabî Iraqê û li wir di kampeke PYDê de li çiyayê Garê bi cî bûbû. Piştî destpêkirina xwenîşandanên li dijî rêjîmê ew ligel endamên din ên PYD vegeriya Sûriyê. Roja piştî vegera wî ew beşdarî kombûneke cemawerî ya PYDê li Qamişlo bû. Di hevpeyvîna bi KurdWatchê re Salih Muslim Mihemed li ser rola PYDê di çarçeweya şoreş Sûriyê de û çalakiyên PYDê li Sûriyê diaxive.

[Bêtir bixwîne]

 




Ismaîl Hemê, sekretêrê Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê:
»Armanca me hikûmzatî ya Kurdan li Kurdistana Sûriyê ye«


KURDWATCH, 17ê îlona (September) 2011ê - Ismaîl Hemê (1964) endamê damezirêner ê Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê ye, ku di sala 1999ê de hat damezirandin. Ew ji sala 2010ê ve sekretêrê wê ye û li Qamişlo dijî. Di hevpeyvîna bi KURDWATCHê re de Hemê behsa rola partiya xwe di şoreşa sûrî de û herweha peywendiya Tevgera Niştimanî ya Kurdî bi Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD) û Şepêla Pêşerojê ya Kurdî li Sûriyê re dike.

[Bêtir bixwîne]

 




Hesen Ebdilezîm, serokê Komîteya Tensîqê ya Niştimanî ya Hêzên Guhertina Demoqrat:
»Ji mafê Kurdan e ku xewna wan a neteweyî hebe«


KURDWATCH, 19ê tebaxa (August)  2011ê - Hesen Ebdilezîm (1932) serokê Partiya Yekîtiya Demoqrat a Erebî ya Sosyalîst û herweha serokê Komîteya Tensîqê ya Niştimanî ya Hêzên Guhertina Demoqrat e, ku di 30ê hizêrana (June) 2011ê de li Şamê hat damezirandin [KURDWATCH behs kiribû]. Ebdilezîm parêzer e û li Şamê dijî. Di hevpeyvînekê de bi KURDWATCHê re ew behsa çareseriyên ji bo Pirsa Kurdî li Sûriyê dike.

[Bêtir bixwîne]

 




Semîr Neşar, peyvdarê Daxuyaniya Şamê:
»Divê Kurd bibin xwedî heman maf mîna yên din«


KURDWATCH, 12ê tebaxa (August)  2011ê - Semîr Neşar (1945) serokê sekretariya giştî û peyvdarê Daxuyaniya Şamê ji bo guhertina demoqrat a niştimanî ye, ku di cotmeha (October) 2005ê de li Şamê hat damezirandin. Neşar bazirgan e û li Helebê dijî. Di hevpeyvînekê de bi KURDWATCHê re ew behsa çareseriyên ji bo Pirsa Kurdî li Sûriyê dike.

[Bêtir bixwîne]

 


Siyasetvanê kurd Mişeel Temo:
»Gerek tevaya xebata me ji bo rûxandina rêjîmê be«


KURDWATCH, 20ê tîrmeha (July) 2011ê - Di hevpeyvînekê de bi KURDWATCH re Mişeel Temo (1957) li ser rola oposîtsyona kurdî di şoreşa sûrî de diaxive.

[Bêtir bixwîne]


Çalakvanê kurd Can Qamişlokî:
»Piraniya xwenîşanderan nimêjê nakin«


KURDWATCH, 29ê hzêrana (June) 2011ê - Di hevpeyvîneke bi KURDWATCHê re de çalakvanê 32-salî Can Qamişlokî* diyar dike bê çawa xwenîşandanên li dijî rêjîmê li herêmên kurdî tên amadekirin.

[Bêtir bixwîne]

 

 

ShareThis

www.kurdwatch.org -  © 2009 - 2011 [ E-Mail: info@kurdwatch.org ]