|
|
|
Qamişlo: Partiyên kurdî naxwazin bi Beşar el-Esed re biaxivin
KURDWATCH, 11ê hizêrana (June) 2011ê - Piştî demeke dirêj di navbera erê û nayê de Partiyên Tevgera Kurdî ya Niştimanî li Sûriyê, ku ji neh partiyên Encûmena Siyasî ya Kurdî li Sûriyê, du partiyên Hevbendiya Demoqrat a Kurdî li Sûriyê û Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD) pêk tên, di 8ê hizêrana (June) 2011ê de biryar da ku bi serok Beşar el-Esed re necive. Di daxuyaniya xwe de partî dinivîsînin ku wan »inîtsyatîva ji bo civîna bi serok re, ku ermanca wê peydakirina çareseriyeke siyasî ji bo rewşa niha ya welêt e«, pejirandiye, lê ne di van mercên siyasî yên niha de. Ev biryara rêberiya siyasî bêtir piştî dexta gelê kurd li Sûriyê û li derveyî wê pêk hat, ku endmên partiyan de jî di nav de. Piştî ku partiyên kurdî pêşî diyar kir ku ewê bi Beşar el-Esed re bicivin, ew ji hemû aliyan ve rastî rexneyên dijwar hatin. Vexwendina ji bo civîneke bi serok re li Şamê di 4ê hizêrana (June) 2011ê de ji aliyê parêzgerê Hisiçayê ve hatibû kirin. Pêşî gerek bû partî di du koman de beşdarî civînê bibin. Hikûmetê herweha panzdeh kesayetiyên kurd vexwendî civînê kiribûn. Şertê partiyên kurdî ji bo beşdarbûnê ew bû ku tevaya nûnerên partiyan bi hevre û tenê ew bi el-Esed re bicivin. Ev xwestek ji aliyê parêzger ve hatibû pejirandin. Di civîneke Partiyên Tevgera Kurdî ya Niştimanî li Sûriyê de di 3ê hizêrana (June) 2011ê de biryar hat stendin ku vexwendina ji Şamê bê erêkirin. Tenê Partiya Azadî ya Kurdî li Sûriyê dixwest berî ku biryara xwe bide, bi saziyên partiyê re bişêwire. Tevgera Kurdî ya Niştimanî hingî hikûmeta sûrî agahdar kir ku divê civîn çend rojan bê bipaşxistin. Şepêla Pêşerojê ya Kurdî li Sûriyê beşdarî civînê nebûbû. Wê di 28ê gulana (May) 2011ê de di daxuyaniyekê de diyar kiribû ku ew endametiya xwe di Tevgera Kurdî ya Niştimanî û Encûmena Siyasî ya Kurdî de dicemidîne, çimkî partiyên din zêde piştivaniya xwenîşandanên li dijî rêjîmê nakin. Di 5ê hizêrana (June) 2011ê de peyvdarê Partiya Yekîtî ya Demoqrat a Kurdî li Sûriyê diyar kir ku »ta ku çewisandina xwenîşandanên aşityane raneweste, artêş ji bajaran venekişe, dorpêçkirina bajaran bi dawî neyê û mafê pêkanîna xwenîşandanan neyê misogerkirin«, partiya wî beşdarî civîna bi Beşar el-Esed re nabe. Peyvdarê partiyê berdewam kir ku ew bêyî erêkirina hevalbendên di oposîtsyona sûrî ya giştî de ti danûstandinên bi rêjîma Sûriyê re pêk nayne. Di 7ê hizêrana (June) 2011ê de Komîteya Tensîqê ya Kurdî, ku ji Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê, Partiya Azadî ya Kurdî li Sûriyê û Şepêla Pêşerojê ya Kurdî li Sûriyê pêk tê, ragihand ku ew beşdarî civîna bi Beşar el-Esed re nabe. Komîteyê di daxuyaniyekê de doza diyalogeke ligel tevaya oposîtsyona sûrî di konferenseke niştimanî de kir. Hersê partiyan herweha diyar kir ku pêşî divê bê misogerkirin ku Sûrî bibe xwedî destûreke nû ya li gor demê, ku tê de »ti partî û netewe neyê dîskrîmînekirin« û »piraliya neteweyî û siyasî [li Sûriyê] bê pejirandin«.
|
|
|