|
|
|
Qamişlo: Li gelek bajarên kurdî xwenîşandanên bi şev pêk hatin
KURDWATCH, 10ê hizêrana (June) 2011ê - Di xwenîşandanên bi şev ên 7ê hizêrana (June) 2011ê de li Qamişlo, Amûdê, Serê Kaniyê û Kobanî bi hezaran kes bi mûman di dest de daketin kolanan û doza rûxandina rêjîma Bees kir. Wan piştigiriya xwe ji bo goriyên li bajarên sûrî yên din nîşan da û li dijî her danûstandinên bi nûnerên rêjîma Sûriyê re protesto kir. Sedema vê yekê vexwendina Beşar el-Esed ji partiyên kurdî yên sûrî re ji bo axavtinê bû. Li Amûdê xwenîşanderan dirûşmên mîna »Azadî ji bo Sûriyê, biçe biçe Beşar« bang dikirin.
|
|
|