|
|
|
Şam: 32000 dozên ji bo bidestxistina nasnameya sûrî hatine pêşkêşkirin
KURDWATCH, 30ê gulana (May) 2011ê - Li gor agahiyên Wezareta Hundir ta niha 1007 nasnameyên sûrî hatine dan ji bo kesên ku ta niha bênifûs (ecnebî) bûn. Wezaretê herweha ragihand ku bi giştî 32000 dozên ji bo bidestxistina nasnameya sûrî hatine pêşkêşkirin dezgehên dewletê. Ji ber ku her malbatekê doznameyek tê pêşkêşkirin, ne diyar e bê çend kes dixwazin bibin welatiyên Sûriyê. Welatiyên bênifûs ên qeydkirî (ecnebî) ku li derveyî parêzgeha Hisiçayê dijîn, dikarin doznameyên xwe li bajarên xwe pêşkêş bikin û ne mecbûr in vê yekê li deverên qeyda xwe bikin. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]
|
|
|