|
|
|
Dêrik: Ewlekariya Dewletê zarok piştî işkencekirina wan serbest berdan
KURDWATCH, 30ê adara (March) 2011ê – Di 25ê adara (March) 2011ê de Diyar Elî Elî, Mihemed Elî Eî, Şêrzad Ednan û Ebdela Haşim Bênav serbest hatin berdan. Piştî girtina wan di 17ê adara (March) 2011ê de herçar zarok ji aliyê endamên Dezgeha Ewlekariya Dewletê ve hatibûn veguhestin Hisiçayê. Li wê derê ew rastî lêdanên di rûyên wan de hatibûn. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]
|
|
|