KurdWatch
 

Bi nûçenameya me agahdar bimîne
E-Maila te

qeydkirin
derketin
 
 
Qamişlo: Ji be beşdarbûna di Festîvala Helbesta Kurdî de doz li dijî sê kesan hat vekirin

KURDWATCH, 26ê çileya pêşîna (December) 2010ê – Dadwerê Leşkerî li Qamişloyê di 21ê çileya pêşîna (December) 2010ê de biryar da ku Umer Ebdî Islamîl (1970, zewicî ye, çar zarok, helbestvan), Ebdilsemed Hisên Mehmûd (1962, zewicî ye, şeş zarok, helbestvan) û Ehmed Fetah ismaîl (1969) di zindanê de bimînin. Li dijî wan li gor bendê 307ê yê qanûna tawanan doz hatiye vekirin.
Dezgeha Ewlekariya Siyasî di 18ê çileya pêşîna (December) 2010ê de ji van kesan xwestibû ku serî lê bidin û ew hingî girtin. Girtin ji ber beşdarbûna di Festîvala Helbesta Kurdî de di 19ê çiriya paşîna (November) 2010ê de li gundekî nêzîkî Çilaxa pêk hat. Hîn berî ku festîvala ku her sal li dar dikeve, dest pê bike, endamên Dezgeha Ewlekariya Siyasî êrîşî ciyê festîvalê - xaniyê Ehmed Fetah ismaîl - kir û nasnameyên kesên amade qeyd kirin. Tê gotin ku Umer Ebdî Ismaîl û Ebdilsemed Hisên Mehmûd ev çalakî amade kiribû.

ShareThis

www.kurdwatch.org -  © 2009 - 2011 [ E-Mail: info@kurdwatch.org ]