Nivîsar
Kî ye oposîtsyona kurdî ya sûrî?
Rewşa partiyên kurdî ji sala 1956ê ta 2011ê
Armanca vê nivîsarê ew e ku partiyên kurdî li Sûriyê yên vê demê, kesayetiyên wan, armancên wan ên siyasî, tevgera wan a siyasî û wateya wan a civakî bên şirovekirin. Bi taybetî di vê dema niha de şiroveyeke siyasî ya partiyên kurdî, ku pêkhatiyeke bingehîn a oposîtsyona sûrî ye, gelekî giring e.
[PDF 1 daxîne]
[PDF 2 daxîne]
Êzîdiyên li Sûriyê: Di navbera pejirandin û piştguhkirinê de
Gelo Êzîdî ji ber baweriya wan ji aliyê dewleta Sûriyê ve tên çewisandin? Gelo Êzîdî dikarin ola xwe di deverên vekirî de bijîn? Peywendiya piraniya islamî û kêmahiya êzîdî çawa ye? Piştî destpêkeke kurt li ser ola êzîdî û dana hin agahiyên li ser herêmên Êzîdiyan li Sûriyê ev nivîsar hewil dide bersiva van pirsan û yên din dide.
[PDFê daxîne]
Mersûmê 49ê ‒ Misaderekirina gelê kurd?
Hin têbînî li ser bandorên siyasî û encamên aborî yên mersûmekî
Di 10ê îlona 2008ê de serokê sûrî biryara mersûmê 49ê da. Vî mersûmî qanûna 41ê ya di 26ê cotmeha (October) 2004ê de guherand, ku milkiyet, firotin û kirêkirina malûmilkên li herêmên sînor bi qaîde dikir.1 Di nav Kurd û alîgirên pirsa wan de mersûm wek mersûmekî »dijkurd« hat binavkirin.
[PDFê daxîne]
Kurdên bê nasname li Sûriyê - Koçberên neqanûnî yan goriyên siyaseteke neteweperest?
Di 23ê tebaxa 1962ê de hikûmeta Sûriyê bi mersûmê jimar 93 biryara serjimartineke awarte ji bo parêzgeha Hisiçayê da, ku di 5ê cotmeha 1962ê de pêk hat. Di encama wê de 120 000 Kurd nasnameya sûrî winda kir û bi wê re mafên bingehîn ên welatiyan jî windabûn.

[PDFê daxîne]
»Serhildana Qamişlo« - Destpêka »serdemeke nû« ji bo Kurdên Sûriyê?
Di adara 2004ê de li herêmên kurdî Cezîr, Efrîn (Çiyayê Kurmênc) û Kobanî, lê li Heleb û Şamê jî, xwenîşandanên girseyî yên zordaryane û çalakiyên protestoyê li dijî rêjîma Sûriyê pêk hatin, ku di bi vî şêweyî di dîroka Kurdên Sûriyê de tucarî pêk nehatibû.

[PDFê daxîne]
»Kalikê te wê emeliyê bi selametî derbas bike, lê ewê di beşê me yê intensîvê de bi saxî nefilite.« - Hin têbînî li ser sîstema tenduristiyê ya sûrî
Ji salên 1970ê de û vir de rewşa tenduristiyê li Sûriyê bi şêweyekî berbiçav baştir bûye - ev yek di nîşandekên mîna jiyana hêvîkirî ya navencî de xuya dibe.

[PDFê daxîne]
Şewata sînema Amûdê di çiriya paşîn a 1960î de
Şewata Sînema Amûdê di 13ê çiriya paşîn a 1960î de, ku tê de bi sedan şagirtên kurd mirin, yek ji wan bûyeran e ku tim tên behskirin dema mijar li ser dîroka cudayîkirina (dîskrîmînekirina) gelê kurd li Sûriyê ye.

[PDFê daxîne]
Siyaseta Kurdan a hikûmeta Sûriyê û rewşa tevgera kurdî ji sala 1920ê ve
Kurdên li Sûriyê, ku hejmara wan dike dor du milyonan , piştî Ereban di nav tevaya welatiyan de (jimara niştevanên sûrî li derdora bîst milyonan e) grûpa etnîkî ya diduyan e.

[PDFê daxîne]