KurdWatch
 

Bi nûçenameya me agahdar bimîne
E-Maila te

qeydkirin
derketin
 
 
Qamişlo: Ewlekariya Siyasî nivîskar Siyamend Ibrahîm girt

KURDWATCH, 1ê çileya pêşîna (December) 2010ê - Endamên Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Qamişloyê di 25ê çiriya paşîna (November) 2010ê de nivîskar Ebdilselam Ebdela Hecî Ibrahîm (1955, zewicî ye, çar zarok), ku bi navê Siyamend Ibrahîm tê naskirin, girt. Berî hingî ji Ibrahîm hatibû xwestin ku serî li Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Qamişloyê bide. Ji wir ew hat veguhestin Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Hisiçayê, ku ew ji aliyê xwe ve doza wî veguhest Dadwerê Leşkerî li Qamişloyê. Di tehqîqa ku di 28ê çiriya paşîna (November) 2010ê de pêk hat, Dadwerê Leşkerî li Qamişloyê biryara girtina Ebdilselam Ebdela Hecî Ibrahîm da û doza wî şand ji Dozgeriya Leşkerî li Helebê. Ibrahîm niha li Qamişloyê di zindanê de ye. Doza parêzerên wî ku serbest bê berdan, nehat pejirandin. Çend hefteyan berî girtina Ibrahîm di kontrolekê de di dergehê Qamişloyê/Nisêbînê li ser sînorê sûrî-tirkî de wergera kurdî ya destana Gelgamêş pê re hatibû girtin, ku Ibrahîm ew li Tirkiyê kirîbû.

ShareThis

www.kurdwatch.org -  © 2009 - 2011 [ E-Mail: info@kurdwatch.org ]