KurdWatch
 

Bi nûçenameya me agahdar bimîne
E-Maila te

qeydkirin
derketin
 
 
Qahîre: Kurd ji kombûna opozîsyonê vedikişin

KURDWATCH, 16ê tîrmeha (July) 2012ê – Civîna opozîsyona Sûriyê ku di 2 û 3ê tîrmeha 2012ê de li Qahîreyê ji aliyê Komkara Erebî ve hatibû pêkanîn, nekarî serkeftina hêvîkirî ya yekkirina beşdaran bi dest bixe. Artêşa Azad a Sûriyê kombûn ji destpêkê ve boykot kiribû, nûnerên Encûmena Niştimanî ya Kurdî û yên Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD) û herweha nûnerên din ên kurd ji ber nerazîbûnê ji kombûnê vekişiyan. Encûmena Niştimanî ya Kurdî sedemên vê gava wisa nîşan da ku »naskirina destûrî ya gelê kurd û nasnameya wî ya neteweyî û herweha misogerkirina mafên wî yên neteweyî yên rewa li gor peyman û belgeyên navneteweyî« di daxuyaniya dawî ya kombûna opozîsyonê de nehatiye nivîsandin.
Rastî ew bû ku piştî opozîsyona erebî li dijî belgeya dawî ya kombûnê derketibû, ku ji aliyê nûnerên hilbijartî ve hatibû amade kirin, tenê gotina »gelê kurd« di belgeya dawî de bi gotina »neteweya kurdî« hatibû guhertin.

ShareThis

www.kurdwatch.org -  © 2009 - 2011 [ E-Mail: info@kurdwatch.org ]