|
|
|
Heleb: Laşê dektorekî revandî li qiraxên bajêr hat dîtin
KURDWATCH, 14ê şibata (February) 2012ê – Di 9ê şibata 2012ê de endamekî Girovera Helebê ya Partiya Yekîtî ya Demoqrat a Kurdî li Sûriyê, ku bilindtîrîn koma xebatê ya partiyê li pey komîteya navendî ye, dektor Şêrzad Hecî Reşîd (jidaykbûn 1987) demeke kurt piştî dûrketina wî ji cihê karê wî li nexweşxaneya Amal li Helebê ji aliyê çar kesên çekdar ve hat revandin. Li gor agahiyên hevkareke wî, ku bi Hecî Reşîd re di tirimbêlê de bû, kesên êrîşker ta rêyeke girtî li pey wan ketin. Wan li wir jin bi zorê da alî û Raşîd di tirimbêla wî de revandin. Di 10ê şibatê de nêzîkî demjimêr 3ê sibehî polîsan malbata Hecî Reşîd agahdar kir ku laşê kurê wê li qiraxên bajêr, li ser rêya Efrînê, hatiye dîtin. Li ser laşê Reşîd şopên kêr û îşkenceyê hebûn, sedema mirinê teqînek di zik de bû. Tirimbêla kesê kuştî windayî maye. Ta niha berpirsên kurştinê ne diyar in.
|
|
|